..E-posta: Þifre:
ÝzEdebiyat'a Üye Ol
Sýkça Sorulanlar
Þifrenizi mi unuttunuz?..
Egoistlerin en güzel yaný baþkalarý hakkýnda konuþmuyor olmalarý. -Lucille S. Harper
þiir
öykü
roman
deneme
eleþtiri
inceleme
bilimsel
yazarlar
Anasayfa
Son Eklenenler
Forumlar
Üyelik
Yazar Katýlýmý
Yazar Kütüphaneleri



Þu Anda Ne Yazýyorsunuz?
Ýnternet ve Yazarlýk
Yazarlýk Kaynaklarý
Yazma Süreci
Ýlk Roman
Kitap Yayýnlatmak
Yeni Bir Dünya Düþlemek
Niçin Yazýyorum?
Yazarlar Hakkýnda Her Þey
Ben Bir Yazarým!
Þu An Ne Okuyorsunuz?
Tüm baþlýklar  


 


 

 




Arama Motoru

ÝzEdebiyat > Ýnceleme > Eðitim > Pirtûkgeh Kitaplýk




3 Ocak 2014
Feylosofen Kurd: Zerdeþt  
Ez dê bi vê nivîsê re destpê bikim û her carekê li ser fîlozofekî Kurd rawestim

Pirtûkgeh Kitaplýk


Ez dê bi vê nivîsê re destpê bikim û her carekê li ser fîlozofekî Kurd rawestim hûn dê wê demê bibînin ku gelek fîlozofên ku Tirk û Ereb û Ecem lê xwedî derketine birastî Kurd in.


:AHFD:
Di jiyana mirovan ya entellektuelî de asta herî bilind felsefe ye. Felsefe xebateke derûnî ye. Mirovê kevnar neçariya xwe ya li hember xwezayê bi arava felsefeyê têkbiriye û hatiye vê demê. Lê mirovan ji demên kevnar heya îro, hê pirsgirêkên xwe yên felsefî neqedandine û dê neqedînin jî.

Lewra heya mirov hebe pirsgirêk dê hebin û heya pirsgirêk hebin felsefe dê hebe. Ji ber vê yekê meriv dikare bêje felsefe mertalê mirovan yê li hember neçariya wî ya heyînî (ontolojîk) ye. Bi arava felsefeyê xwe ji van pirsgirêkên heyînî diparêze. Ne tenê di warê heyînî de, di heman demê de di warê zanînê de,di warê civakê de di warê hebûn û tunebûnê de kurta qisê di hemû warên di derbarê mirovan û mirovahiyê de felsefe þewqê dide pêþ hezkiroxên xwe û rêya wan ronî dike.

Ji ber ku felsefe asta þaristanî û çanda netewan ya herî bilinde,hema bêjin hemû netewên mezin û kevnar li felsefe û fîlozofan xwedî derdikevin û wan ji xwe re dihesibînin. Serqisê ewrûpayê îro hingî xwe li felsefeyê kiriye xwedî,gava behsa felsefeyê tê kirin meriv dibêje qey ji fîlozofên ewrûpayê bêtir tu fîlozof dernektine li dereke din. Heta felsefeyê jî bi þaristaniya xwe ya kevnar a yewnanan didin destpêkirin. Ya xirab jî tu zana û entellektuelên cîhanê yên netewên din jî li hember vê yekê deng nakin û ew jî dipejirînin. Wekmînak li Tirkiyê gava hûn li kitêbên ciwanên lîseyî dinêrin,perwerdehiya neteweyî ya Tirkiyê di mufredata lîseyan ya felsefeyê de,felsefeyê ji yewnanan dide destpêkirin. Ne tenê li Tirkiyê weka ku me li jor jî got li dewletên din jî rewþ wisa ye. Felsefeyê ji yewnana kevnar didin destpêkirin. Fîlozofên ewil jî wek Thales, Anaximandros, Anaxsimenes didin naskirin. Lê ev xap a ewrûpayîyan e. Felsefe ji mezopotamyayê destpêdike û fîlozofê ewil jî Zerdeþt e. Vê yekê ne ku ez dibêjim fîlozofê wan ê herî navdar Nietzsche jî dibêje û dipejirîne. Ne tenê Nietzsche hemû ji Zerdeþt re dibêjin “Zerdeþt fîlozof e” lê felsefeyê ji þaristaniya xwe didin destpêkirin. Ma dema ku Zerdeþt fîlozof be û beriya van fîlozfên wan ên ewil jiya be çawa felsefe ji yewnanan destpê dike?

Ez dixwazim niha li ser vê mijarê rawestim. Ev yek rastiyeke misoger e. Birastî tu kes nikare vê rastiyê înkar bike,lê ji ber ku dewleteke Kurdan tuneye Kurd nikarin di warê zanistî de bi awayekî navnetewî xwe bînin ziman û tu dewletek din jî li vê rastiyê xwedî dernakeve. Heke zanîngehên Kurdan hebiyana gelek rastiyên dîrokî yên weka vê rastiyê derketa holê. Çiye ev rastî? Rastî ev e ku, li ser rûyê cihanê felsefe bi bav û kalên Kurdan destpêdike û fîlozofê ewil jî Zerdeþt e. Niha em dê fikr û ramanên wî,felsefeya wî pêþkeþ bikin. Hûn dê bi awayekî zelal bibînin ku fîlozofên yewnanan yên ewil fikrên xwe ji ber felsefeya wî stendine.

Zerdeþt fîlozfekî Kurdistanî ye. Beriya zayînê li dora þesedî jiyaye. Digel ku di warê jiyana wî de gelek dîrokên cuda tên nîþandan jî,bi pirranî dîrokzanên îranî jiyana wî di 660 ê berê zayînî de dipejirînin. Li herêma urmiyê ji dayik bûye. Bi eslê xwe medî ye. Felsefeya Zerdeþt li ser nakokiyan e. Li gorî felsefeya Zerdeþt di jiyanê de her tiþt bi dijraberê xwe tê nasîn. Wekmînak baþ û xirab,tarîtî û ronahî,þev û roj,hejarî û dewlemendî,zanayî û nezanî. Dijraberê hev in û di nava wan de her tim þer heye. Li ser mirovan jî wisa dibêje Zerdeþt. mirovan dike sê beþ: Laþ, hiþ, giyan (rih). Laþ: Laþ ji elementan pêk tê. Goþt û hestî ji axê ne. Piþtî mirinê, laþ li rastiya xwe vedigere û car din dibe ax. Xwîn û ava di laþ de jî herweha li rastiya xwe vedigerin û car din dibin av. hilm ji hewayê ye. Piþtî mirinê ew jî li xwe vedigere û dibe hewa. Giyan dibe sedema tevgera laþ. Hiþ: Hiþ dibe sedema înkarnasîyonê û hesabê roja paþîn (qiyametê). Di jiyana piþtî mirinê de, mirov çi kiribe, bi rêya hiþ ew tiþt derdikevin pêþiya mirov. Heke mêr baþî kiribe, baþiya wî dibe beden û dikeve þiklê keçikeke ciwan û rind û derdikeve hemberî wî. Heke xerabî kiribe, ew xerabî jî dibe beden û dikeve þiklê keçikeke gelek ne xweþik û derdikeve hemberî wî. Ji bo jinan jî heman tiþt dibe. Baþiya wan di bedena xortekî ciwan û rind de, xerabiya wan jî di bedena xortekî gemar, pîs û þindokê mêran de derdikeve hemberî wan. Bi laþ re hiþ jî dimire. Giyan: Ew ji bedenê cudatir e û ne element e. Giyan ji Ahura Mazda ye û nemir e. Roja dawî, ew jî li rastiya xwe vedigere û dibe Ahura Mazda.

Li gorî van gotinên Zerdeþt bi awayekî gelek zelal em dikarin bêjin ku ramana diyalektîkê bi Zerdeþt destpê dike. Lê di mufredata îroyîn de bavê diyalektîkê wek Herakleitosê yewnanî tê nîþandan. Ya rastî Zerdeþt sed sal beriya herakleitos behsa diyalektîkê kiriye. Van ramanê Zerdeþt ji mezopotamyayê barî yewnana antîk kirine. Ne tenê mijara diyalektîkê,Zerdeþt di felsefeya xwe de cîhekî bi tayibet dide agir jî li gorî wî agir ji rojê perçeyek e û giyanê ahura Mazda bixwe ye. Li gorî Zerdeþt agir kaniya jiyanê ye û pîroz e. Ne tenê agir,Zerdeþt girîngiyeke mezin dide avê,axê û bê jî. Van ramanên wî jî dîsa li yewnana kevnar ji aliyê fîlozofên ewil yên xwezayê hatine bi kar hanîn. Serqisê herakleitos him diyalektîkê him jî ramana pîrozweriya êgir ji Zerdeþt digire. Thales ji van xalan tenê li ser avê disekine. Anaxsimenes li ser hewayê disekine. Empedokles ax jî daye ser van xalan û ew jî wek elementa ewil pejirandiye.


Li gorî ku me li jor jî diyar kir,bi awayekî eþkere fîlozofên yewnanî ji Zerdeþtê medî bandor girtine. Di vî warî de gelek behrem û çavkanî hene. Hemû çavkanî jî nîþan didin ku Zerdeþt fîlozofê ewil e û felsefe û ramanên fîlozofên ewil jî yekem car ji aliyê wî ve derketine holê. Lê îro ne tenê Zerdeþt û felsefeya wî, hemû nirx û serbilindiyên Kurdan ji holê hatiye rakirin. Heke îro netewa Kurd xwedîdewletek biya dê bihata dîtin ku Kurdan di avabûna þaristaniya cîhanê de rola herî girîng leyîstine. Lewra welatê Kurd ango Mezopotamya dergûþa çand û þaristaniyê ye. Her çiqas îro werin înkar kirin û tu mafê jiyanê ji çand û dîroka wan re neyê naskirin jî,bav û kalên Kurdan teþe dane þêwaza cîhanê ya îroyîn.


Ez dê bi vê nivîsê re destpê bikim û her carekê li ser fîlozofekî Kurd rawestim hûn dê wê demê bibînin ku gelek fîlozofên ku Tirk û Ereb û Ecem lê xwedî derketine birastî Kurd in. Ev xebat li gorî min dê sînorê raman û felsefeya Kurdan jî dê bide nîþandan.



Söyleyeceklerim var!

Bu yazýda yazanlara katýlýyor musunuz? Eklemek istediðiniz bir þey var mý? Katýlmadýðýnýz, beðenmediðiniz ya da düzeltilmesi gerekiyor diye düþündüðünüz bilgiler mi içeriyor?

Yazýlarý yorumlayabilmek için üye olmalýsýnýz. Neden mi? Ýnanýyoruz ki, yüreklerini ve düþüncelerini çekinmeden okurlarýna açan yazarlarýmýz, yazýlarý hakkýnda fikir yürütenlerle istediklerinde diyaloða geçebilmeliler.

Daha önceden kayýt olduysanýz, burayý týklayýn.


 


ÝzEdebiyat yazarý olarak seçeceðiniz yazýlarý kendi kiþisel kütüphanenizde sergileyebilirsiniz. Kendi kütüphanenizi oluþturmak için burayý týklayýn.

Yazarýn eðitim kümesinde bulunan diðer yazýlarý...
Zarok U Ziman


Pirtûkgeh Kitaplýk kimdir?

Zimano leq û leq, Seriyo teq û req


yazardan son gelenler

 




| Þiir | Öykü | Roman | Deneme | Eleþtiri | Ýnceleme | Bilimsel | Yazarlar | Babýali Kütüphanesi | Yazar Kütüphaneleri | Yaratýcý Yazarlýk

| Katýlým | Ýletiþim | Yasallýk | Saklýlýk & Gizlilik | Yayýn Ýlkeleri | ÝzEdebiyat? | SSS | Künye | Üye Giriþi |

Custom & Premade Book Covers
Book Cover Zone
Premade Book Covers

ÝzEdebiyat bir Ýzlenim Yapým sitesidir. © Ýzlenim Yapým, 2024 | © Pirtûkgeh Kitaplýk, 2024
ÝzEdebiyat'da yayýnlanan bütün yazýlar, telif haklarý yasalarýnca korunmaktadýr. Tümü yazarlarýnýn ya da telif hakký sahiplerinin izniyle sitemizde yer almaktadýr. Yazarlarýn ya da telif hakký sahiplerinin izni olmaksýzýn sitede yer alan metinlerin -kýsa alýntý ve tanýtýmlar dýþýnda- herhangi bir biçimde basýlmasý/yayýnlanmasý kesinlikle yasaktýr.
Ayrýntýlý bilgi icin Yasallýk bölümüne bkz.