..E-posta: Şifre:
İzEdebiyat'a Üye Ol
Sıkça Sorulanlar
Şifrenizi mi unuttunuz?..
Bu hafifçe kenara itilecek bir roman değil. Daha büyük bir şiddetle uzağa fırlatılmalıdır. -Dorothy Parker
şiir
öykü
roman
deneme
eleştiri
inceleme
bilimsel
yazarlar
Anasayfa
Son Eklenenler
Forumlar
Üyelik
Yazar Katılımı
Yazar Kütüphaneleri



Şu Anda Ne Yazıyorsunuz?
İnternet ve Yazarlık
Yazarlık Kaynakları
Yazma Süreci
İlk Roman
Kitap Yayınlatmak
Yeni Bir Dünya Düşlemek
Niçin Yazıyorum?
Yazarlar Hakkında Her Şey
Ben Bir Yazarım!
Şu An Ne Okuyorsunuz?
Tüm başlıklar  


 


 

 




Arama Motoru

İzEdebiyat > Eleştiri > Politik Olaylar ve Görüşler > M.Nazım Güler




27 Temmuz 2014
Piştgirîya Kurdên Îslamîst Ji Bo Xazze Û Welatparêzî  
M.Nazım Güler
Li himber zulm û zorê hatin, rewşek him Îslamî ye û him jî însanî ye.


:GFJ:
PİŞTGİRÎYA KURDÊN ÎSLAMÎST Jİ BO XAZZE Û WELATPARÊZÎ

Li himber zulm û zorê hatin, rewşek him Îslamî ye û him jî însanî ye.

Tew mezlûm û qurbanî zarok û jin bin; hestên meriva pirtir bi xemgînî tevradibe. Minak; wek rewşa îroyîn, ku li ser Xazzê di qewim e.

Lê birîn ji birînê kûrtir e. Lêv ji dirana zêdetir e/pêştir e. Bila Halepçe ya me, ya Şehîd û bi deh hezaran qurbanîyên me, yên bi çekên kîmyewî hatin tunekirin, ji himber zalimê wek Sedam Hisên û heval benden wî, qet ji bîr ne be. Ji bo ku em li herêmê de tevgerîyan, bira hay ji me he be.
Mêzekin; ev tevgerên û tevlivên di warê Xazze de bi girseyî pêktên, ne hew hestên vîjdanî û îslamî tê de heye; dixuye, bi giranî siyaset û lîstikên fenek jî tê de dizîvirin heye!. Hinek hêzên tarî, wê di nav ew girseyên ku serê wan, bi dijetîya antîseminizmê ve germ dibin û li ser navê îslamizmê, hinek xortên naşî û nezan bi fen û fûta didizin, ji bo di kiryarên xwe yên herêmê de, ên kare tarî de bixebitîn in.

Ka, kê ji bo wehşeta ku DAİŞ/İŞİD kirinin û hên jî dikin dipeyivin û yan jî tevdigerin? Tu xwe pêşandanên taybet, di vî warî de, me ne dît û me ne bihîst!

Ma çi ferq a Musul û Kobanî ji Xazze heye? Ên li Xazze zulmê dixin, hela em bejin ew ne ji dînê/ola me ne; lê wehşet a ku liser navê dînê/ola me, ku li dijî yek olî û hemwelatîyên me, yên sivîl pêktên, ma ji Xezza ne xemgîntir û girantir e? Ma İsraîl çen tirbê peyxembera teqandî ye; yan jî çend camî bi teqa hilweşandî ye wek DAİŞ/İŞİD? Yan jî, qey em naxwazin xwe liberbixîn in?!

Li himberhatina ev zilmû zor a ku li ser Xazze çêdibe, çawa piştgîrîya hêz û tevgeran, ji bo Filîstîn ( yan jî bitaybet ji bo Hemas) mafdarîyek rasteqîn be; ew qasî jî, ji bo her hêzekê, dibe pîvanek nerînên rastînî, yan jî bi nerînên durûtî ya li ser maf û azadîya Kurd û Kurdîstanê ye jî!.
Balkêş e; Filistîn Ereb in û 22 dewletên Erep jî heye; lê, îslamîstên Kurdên bindest, yanî mezlûm û yetîmê vê ummetê derdikevin kolana, ji bo dewletek Erep, ya 23yemîn ava bibe qirika xwe di çirînin û banga cîhadek ji bo wê dikin. Şoreşgerên azadîyê jî ( ka bê azadîya çi ye, ez bi xwe wê nizanim), ji xwe re wek ezmûnekê be, bi wan re dikevin tevlivek bi lez û bez!.. Vana, di neynikek rastîpêşan de, li xwe û rewşa ku ew têdene meze bikin; qe ne, wê çi wateyê derxîn in û çi rastî yê bibîn in?

Pêwîst e, me re ji xwe bibirse; ka, Îsraîl lanetê heq dike; yan jî 22 dewletên Ereb, ê ku, ji vê wahşetê re bê deng dimîn in lanetê heq dikin? Gelo wê çi bersiv derkeve holê?

Pêvajoya dewleta serbixwe ji bo Kurda peyda bûye, kî pirtir bi dijwarî dijî dewletbûyina me Kurda nin? Wextê Kurd piştgîrîya mezlûman dikin, divê dirûşmên xwe de, gorî berjewendîya gelê Kurd û bi zimanekî dîplomatîk tevbigerin. Bira rêyek ji bo dîyaloga gelan tim bimîn e û bira her daîm, dil miqabilî dilbe jî! Ên îro xwe ji me re dost rêdidin, dibe sibe bibin dijmine me yên herî dijwar.

Na be, ku Kurd antsemînîst bin. Na be, Kurd top yekûn dijî millete Yahûdî bin. Na be, Kurd dijî hebûna dewleta İsraîl jî bin! Lê Kurd li himber her wahşet û zulm û zorê bê deng ne bin; çi li Xazze, çi li Musil, çi li Kobanî, çi li Roboskî bin! Bira Halepçe ya Şehîd, di guhê her Kurdekî guharekî dîrokî be; Kurdên, çi Îslamîst, çi sosyalist, çi demokrat û çi jî Ezdayî bin!

Gerilayên El Fetîh, dibûn leşkerên Sedam Hisên û Pêşmerge yên Kurd ên qehreman dikuştin. Rojnamevanê biyanî, germa germa ji Yaser Arafat dipirsîn; ka nerîna te ya li ser ev rewşa jenosaîd a ku li Helepçe çêbûye çi ye? Wî jî di bersiva xwe de digot; evaya karên navxweyî ya İraqê ye, ez nikarim şîrove bikim û na be ez tekildar jî bibim. Îro jî, İsraîl divê; Kurd, ku dewletek serbixwe hilbijêre û îlan bikin, ewil ezê wê dewletê nas bikim. Ew mafê wane yê rewa ye.

Herkes helbet wê berjewendîya gelê xwe û yan jî a dewleta xwe bihizire. Bira kes nebê je ev gotina İsraîl lîstik e; ger ev lîstik be; em ji 22 dewletên Ereb û ji tevgerên Filîstînîyan û dewlet a Fers û Tirkan jî vê lîsktika werê lawa/rica dikin. Bira ew jî bi awayekî lîstikekê, dewletbûyîna Kurda bi zimanekî resmî biparêz in û diyarî raya giştî ya cîhanê bikin. Emê ji wan pir pir memnûn bimîn in. Lê hundirê wan bi nijadperestîyê hingî tije ye, devên wan nagere; ku dewletbûyîna Kurdan a rewa bînin ziman!.
Carek din jî balkêş e; ku ne serokê Hemasê û nê ê El Fetihê û ne jî ê Îxwanên Muslimîn, xêrxwazî ya Kurdan nakin. Tew berovacî, bi dijwarî li dijî dewletek Kurd in; ku li İraqê be jî û li Surîyê be jî. 22 dewletên wan heye û hên çavên wan bar nabe, ku dewleta zarokên Silhedîn ê Eyyubî ava bibe, ku xelaskerê wan bû jî!. Ew Silhedîn ê, ku dijminên wî yên wê demê jî, di heqê wî de rûdinişt in û jê re digotin; Silhedîn, Egîtekî wek Şowalye ye. Yanî, gorî bawerîyên xwe, wan, wî xwedan ehlaqe kî herî bilind dinirxan din.

Ez bawerim, îslamîstên Kurd û şoreşgerên Kurd, qendî ew enerjîyên xwe, ku ji bo Tirk û Ereban xerc kirin û dikin; ku ji welat û gelê xwe yî Kurd re xerc bikrana, wê her çar perçên Kurdîstanê jî bigîhanda hev û wê ji zûv de dewletek serbixwe jî ava kiribana!..

Rewşa ew têdene, ku bi xwe enalîz bikin, ew di warê politik û aydolojîk û sitratejîk de, ji Xazze xerabtir û wêrantir in.

Yanî, ji xelkê re jîro û ji xwe re kûro, ev e! Kurd bi xwene! Çi Îslamîst bin û çi sosyalîst bin!..
Yanî, hefado di ber xelkê de, ev e! Kurd bi xwene! Çi Îslamîst bin û çi sosyalîst bin!

Ên ji gelê xwe re serxwebûn û azadîyê nexwaz in; ji tu gelan re jî nikarin tu mafî bixaz in. Çûnkî, ne rewa ye jî û him jî dibe dozek vala û bêsûd ji xwe re!

Ên ji gelê xwe re nebin, ji kesekî re jî nabin; wek, xwe li ber baranê şilbikin! Ne xema kesekî ye, ji bo wan. Yan jî, wek xwe li ber tayê tolikê kil bikin! Ne derdê kesekî ye, ji bo wan.

Yan jî, a herî xerab ew e; ku hinek hêzên din, wan ji berjewandî ya welatên wan distînin û ji berjewendî ya gelên xwe yî biyanî de û yan jî, ji karên xwe yî qîrêj de, wan dixebitîn in û nahêlin hayê wan jî, ji bayê felekê çê bibe!.. Kirinên xwe, dixin kirasekî gorî bawerî û hestên wan û wan dixapîn in!. Hingê bi wan dibêjin “bijî bijî” di serê wan de nahêlin mejî!..

Berî her tiştî û ewil de, me re ji xwe re bibe û ji gelê xwe re bibe; dû re, me re bawerîyek rasteqîn dikari bide gelen hemdîn û hemhal ên wek xwe!..

Cejn a Remezanê, di serî de, li gele Kurd û gelên di Kurdîstanê de dijîn re û li hemi alema Îslamê re pîroz be.
Ev Cejna pîroz, mizgînîya serxwebûna Kurdîstanê be û bibe aramî û aştîyek rasteqîn, ji bo herêma Rojhilat a Navîn û alema Îslamê, ku em jî tê de dijîn.

Silav û rêz; ji ên di rêya rast de xwe dikin hêz.
Ku ewil, ji gelên xwe re vedikin himbêz.


M.Nazım Güler - 27.07.2014
mnazimguler@gmail.com
info@mnazim.com






Söyleyeceklerim var!

Bu yazıda yazanlara katılıyor musunuz? Eklemek istediğiniz bir şey var mı? Katılmadığınız, beğenmediğiniz ya da düzeltilmesi gerekiyor diye düşündüğünüz bilgiler mi içeriyor?

Yazıları yorumlayabilmek için üye olmalısınız. Neden mi? İnanıyoruz ki, yüreklerini ve düşüncelerini çekinmeden okurlarına açan yazarlarımız, yazıları hakkında fikir yürütenlerle istediklerinde diyaloğa geçebilmeliler.

Daha önceden kayıt olduysanız, burayı tıklayın.


 


İzEdebiyat yazarı olarak seçeceğiniz yazıları kendi kişisel kütüphanenizde sergileyebilirsiniz. Kendi kütüphanenizi oluşturmak için burayı tıklayın.

Yazarın politik olaylar ve görüşler kümesinde bulunan diğer yazıları...
Hatip Dicle Olayı, Açılıma ve Çözüme Çomak Sokmak Mıdır?
Bu Ülkede Barışı İsteyen Var Mıdır?
Kürtleri Temsil Sorunu ve Çözüm Sürecine Dair
Kocaman Bir Asır Heba Edildi; Neden veya Kimler İçin?
Seçimin Sonucu, Halklar Arası Barış ve Diyaloğu Dayatıyor
Yeni Anayasa ve Kürt Sorunu
Kürd Sorunu Yoksa; Kürdistan Sorunu Olabilir mi?
4+4+4, Bir Gündem Saptırma Mıdır?
Bilge Köyü Vahşetinin Gerçek Sorumluları Kimlerdir?
Demokratik - Kürt Açılımı Nereye Kadar?

Yazarın eleştiri ana kümesinde bulunan diğer yazıları...
Sadece Yazmak, Yazarlık Mıdır?
Tahammülsüzlük, Gelecek Korkusundandır!
Kendi İrademiz Varsa Özgür Olabiliriz.
Seçim Sürecinde "Demokratik" Yalanlar Yarışı Başlayacaktır!..
Yeni Anayasa, Son Anayasamız Olmayacaktır.
Tarihsel Aşklar ve Sevgi Üzerine
Kürt Sorunu ve Yerel Seçimler
Erdoğan: "Ben Kabile Reisi Değilim"
Ev Bir Okuldur; Eğitim, Oradan Başlar!.
Van Depremi, Sosyal Yaralarımızı Sarabilecek Mi?

Yazarın diğer ana kümelerde yazmış olduğu yazılar...
Yüreğime Lehimliyorum Seni [Şiir]
Veda Edemem! [Şiir]
Seni Arıyor Gözlerim [Şiir]
Esirin Olmuşum [Şiir]
Uyan Ey Zergan Deresi! [Şiir]
Dağlar Yüreğimi, Bu Dağlar! [Şiir]
Zor Kabulleniriz [Şiir]
Sende Buharlaşmaktayım [Şiir]
Ben, Kendim Olmak İstiyorum. [Şiir]
Tu Her Bijî Yilmaz Guney [Şiir]


M.Nazım Güler kimdir?

www. mnazim. com ------- M. Nazim Güler Kitap okumak, Şiir yazmak, Resim yapmak özel zevklerim arasındadır. Vücudumu zinde tutacak ve koruyacak kadar spor yaparım. .

Etkilendiği Yazarlar:
Yoktur, kimsenin günahını almayayım.


yazardan son gelenler

yazarın kütüphaneleri



 

 

 




| Şiir | Öykü | Roman | Deneme | Eleştiri | İnceleme | Bilimsel | Yazarlar | Babıali Kütüphanesi | Yazar Kütüphaneleri | Yaratıcı Yazarlık

| Katılım | İletişim | Yasallık | Saklılık & Gizlilik | Yayın İlkeleri | İzEdebiyat? | SSS | Künye | Üye Girişi |

Custom & Premade Book Covers
Book Cover Zone
Premade Book Covers

İzEdebiyat bir İzlenim Yapım sitesidir. © İzlenim Yapım, 2019 | © M.Nazım Güler, 2019
İzEdebiyat'da yayınlanan bütün yazılar, telif hakları yasalarınca korunmaktadır. Tümü yazarlarının ya da telif hakkı sahiplerinin izniyle sitemizde yer almaktadır. Yazarların ya da telif hakkı sahiplerinin izni olmaksızın sitede yer alan metinlerin -kısa alıntı ve tanıtımlar dışında- herhangi bir biçimde basılması/yayınlanması kesinlikle yasaktır.
Ayrıntılı bilgi icin Yasallık bölümüne bkz.