Eðer bir kelebeði sevebiliyorsak, týrtýllara da deðer vermemiz gerekir. -Antonie de Saint-Exupery |
|
||||||||||
|
Li himber zulm û zorê hatin, rewþek him Îslamî ye û him jî însanî ye. Tew mezlûm û qurbanî zarok û jin bin; hestên meriva pirtir bi xemgînî tevradibe. Minak; wek rewþa îroyîn, ku li ser Xazzê di qewim e. Lê birîn ji birînê kûrtir e. Lêv ji dirana zêdetir e/pêþtir e. Bila Halepçe ya me, ya Þehîd û bi deh hezaran qurbanîyên me, yên bi çekên kîmyewî hatin tunekirin, ji himber zalimê wek Sedam Hisên û heval benden wî, qet ji bîr ne be. Ji bo ku em li herêmê de tevgerîyan, bira hay ji me he be. Mêzekin; ev tevgerên û tevlivên di warê Xazze de bi girseyî pêktên, ne hew hestên vîjdanî û îslamî tê de heye; dixuye, bi giranî siyaset û lîstikên fenek jî tê de dizîvirin heye!. Hinek hêzên tarî, wê di nav ew girseyên ku serê wan, bi dijetîya antîseminizmê ve germ dibin û li ser navê îslamizmê, hinek xortên naþî û nezan bi fen û fûta didizin, ji bo di kiryarên xwe yên herêmê de, ên kare tarî de bixebitîn in. Ka, kê ji bo wehþeta ku DAÝÞ/ÝÞÝD kirinin û hên jî dikin dipeyivin û yan jî tevdigerin? Tu xwe pêþandanên taybet, di vî warî de, me ne dît û me ne bihîst! Ma çi ferq a Musul û Kobanî ji Xazze heye? Ên li Xazze zulmê dixin, hela em bejin ew ne ji dînê/ola me ne; lê wehþet a ku liser navê dînê/ola me, ku li dijî yek olî û hemwelatîyên me, yên sivîl pêktên, ma ji Xezza ne xemgîntir û girantir e? Ma Ýsraîl çen tirbê peyxembera teqandî ye; yan jî çend camî bi teqa hilweþandî ye wek DAÝÞ/ÝÞÝD? Yan jî, qey em naxwazin xwe liberbixîn in?! Li himberhatina ev zilmû zor a ku li ser Xazze çêdibe, çawa piþtgîrîya hêz û tevgeran, ji bo Filîstîn ( yan jî bitaybet ji bo Hemas) mafdarîyek rasteqîn be; ew qasî jî, ji bo her hêzekê, dibe pîvanek nerînên rastînî, yan jî bi nerînên durûtî ya li ser maf û azadîya Kurd û Kurdîstanê ye jî!. Balkêþ e; Filistîn Ereb in û 22 dewletên Erep jî heye; lê, îslamîstên Kurdên bindest, yanî mezlûm û yetîmê vê ummetê derdikevin kolana, ji bo dewletek Erep, ya 23yemîn ava bibe qirika xwe di çirînin û banga cîhadek ji bo wê dikin. Þoreþgerên azadîyê jî ( ka bê azadîya çi ye, ez bi xwe wê nizanim), ji xwe re wek ezmûnekê be, bi wan re dikevin tevlivek bi lez û bez!.. Vana, di neynikek rastîpêþan de, li xwe û rewþa ku ew têdene meze bikin; qe ne, wê çi wateyê derxîn in û çi rastî yê bibîn in? Pêwîst e, me re ji xwe bibirse; ka, Îsraîl lanetê heq dike; yan jî 22 dewletên Ereb, ê ku, ji vê wahþetê re bê deng dimîn in lanetê heq dikin? Gelo wê çi bersiv derkeve holê? Pêvajoya dewleta serbixwe ji bo Kurda peyda bûye, kî pirtir bi dijwarî dijî dewletbûyina me Kurda nin? Wextê Kurd piþtgîrîya mezlûman dikin, divê dirûþmên xwe de, gorî berjewendîya gelê Kurd û bi zimanekî dîplomatîk tevbigerin. Bira rêyek ji bo dîyaloga gelan tim bimîn e û bira her daîm, dil miqabilî dilbe jî! Ên îro xwe ji me re dost rêdidin, dibe sibe bibin dijmine me yên herî dijwar. Na be, ku Kurd antsemînîst bin. Na be, Kurd top yekûn dijî millete Yahûdî bin. Na be, Kurd dijî hebûna dewleta Ýsraîl jî bin! Lê Kurd li himber her wahþet û zulm û zorê bê deng ne bin; çi li Xazze, çi li Musil, çi li Kobanî, çi li Roboskî bin! Bira Halepçe ya Þehîd, di guhê her Kurdekî guharekî dîrokî be; Kurdên, çi Îslamîst, çi sosyalist, çi demokrat û çi jî Ezdayî bin! Gerilayên El Fetîh, dibûn leþkerên Sedam Hisên û Pêþmerge yên Kurd ên qehreman dikuþtin. Rojnamevanê biyanî, germa germa ji Yaser Arafat dipirsîn; ka nerîna te ya li ser ev rewþa jenosaîd a ku li Helepçe çêbûye çi ye? Wî jî di bersiva xwe de digot; evaya karên navxweyî ya Ýraqê ye, ez nikarim þîrove bikim û na be ez tekildar jî bibim. Îro jî, Ýsraîl divê; Kurd, ku dewletek serbixwe hilbijêre û îlan bikin, ewil ezê wê dewletê nas bikim. Ew mafê wane yê rewa ye. Herkes helbet wê berjewendîya gelê xwe û yan jî a dewleta xwe bihizire. Bira kes nebê je ev gotina Ýsraîl lîstik e; ger ev lîstik be; em ji 22 dewletên Ereb û ji tevgerên Filîstînîyan û dewlet a Fers û Tirkan jî vê lîsktika werê lawa/rica dikin. Bira ew jî bi awayekî lîstikekê, dewletbûyîna Kurda bi zimanekî resmî biparêz in û diyarî raya giþtî ya cîhanê bikin. Emê ji wan pir pir memnûn bimîn in. Lê hundirê wan bi nijadperestîyê hingî tije ye, devên wan nagere; ku dewletbûyîna Kurdan a rewa bînin ziman!. Carek din jî balkêþ e; ku ne serokê Hemasê û nê ê El Fetihê û ne jî ê Îxwanên Muslimîn, xêrxwazî ya Kurdan nakin. Tew berovacî, bi dijwarî li dijî dewletek Kurd in; ku li Ýraqê be jî û li Surîyê be jî. 22 dewletên wan heye û hên çavên wan bar nabe, ku dewleta zarokên Silhedîn ê Eyyubî ava bibe, ku xelaskerê wan bû jî!. Ew Silhedîn ê, ku dijminên wî yên wê demê jî, di heqê wî de rûdiniþt in û jê re digotin; Silhedîn, Egîtekî wek Þowalye ye. Yanî, gorî bawerîyên xwe, wan, wî xwedan ehlaqe kî herî bilind dinirxan din. Ez bawerim, îslamîstên Kurd û þoreþgerên Kurd, qendî ew enerjîyên xwe, ku ji bo Tirk û Ereban xerc kirin û dikin; ku ji welat û gelê xwe yî Kurd re xerc bikrana, wê her çar perçên Kurdîstanê jî bigîhanda hev û wê ji zûv de dewletek serbixwe jî ava kiribana!.. Rewþa ew têdene, ku bi xwe enalîz bikin, ew di warê politik û aydolojîk û sitratejîk de, ji Xazze xerabtir û wêrantir in. Yanî, ji xelkê re jîro û ji xwe re kûro, ev e! Kurd bi xwene! Çi Îslamîst bin û çi sosyalîst bin!.. Yanî, hefado di ber xelkê de, ev e! Kurd bi xwene! Çi Îslamîst bin û çi sosyalîst bin! Ên ji gelê xwe re serxwebûn û azadîyê nexwaz in; ji tu gelan re jî nikarin tu mafî bixaz in. Çûnkî, ne rewa ye jî û him jî dibe dozek vala û bêsûd ji xwe re! Ên ji gelê xwe re nebin, ji kesekî re jî nabin; wek, xwe li ber baranê þilbikin! Ne xema kesekî ye, ji bo wan. Yan jî, wek xwe li ber tayê tolikê kil bikin! Ne derdê kesekî ye, ji bo wan. Yan jî, a herî xerab ew e; ku hinek hêzên din, wan ji berjewandî ya welatên wan distînin û ji berjewendî ya gelên xwe yî biyanî de û yan jî, ji karên xwe yî qîrêj de, wan dixebitîn in û nahêlin hayê wan jî, ji bayê felekê çê bibe!.. Kirinên xwe, dixin kirasekî gorî bawerî û hestên wan û wan dixapîn in!. Hingê bi wan dibêjin “bijî bijî” di serê wan de nahêlin mejî!.. Berî her tiþtî û ewil de, me re ji xwe re bibe û ji gelê xwe re bibe; dû re, me re bawerîyek rasteqîn dikari bide gelen hemdîn û hemhal ên wek xwe!.. Cejn a Remezanê, di serî de, li gele Kurd û gelên di Kurdîstanê de dijîn re û li hemi alema Îslamê re pîroz be. Ev Cejna pîroz, mizgînîya serxwebûna Kurdîstanê be û bibe aramî û aþtîyek rasteqîn, ji bo herêma Rojhilat a Navîn û alema Îslamê, ku em jî tê de dijîn. Silav û rêz; ji ên di rêya rast de xwe dikin hêz. Ku ewil, ji gelên xwe re vedikin himbêz. M.Nazým Güler - 27.07.2014 mnazimguler@gmail.com info@mnazim.com
ÝzEdebiyat yazarý olarak seçeceðiniz yazýlarý kendi kiþisel kütüphanenizde sergileyebilirsiniz. Kendi kütüphanenizi oluþturmak için burayý týklayýn.
|
|
| Þiir | Öykü | Roman | Deneme | Eleþtiri | Ýnceleme | Bilimsel | Yazarlar | Babýali Kütüphanesi | Yazar Kütüphaneleri | Yaratýcý Yazarlýk | Katýlým | Ýletiþim | Yasallýk | Saklýlýk & Gizlilik | Yayýn Ýlkeleri | ÝzEdebiyat? | SSS | Künye | Üye Giriþi | |
Book Cover Zone
Premade Book Covers
ÝzEdebiyat bir Ýzlenim Yapým sitesidir. © Ýzlenim
Yapým, 2024 | © M.Nazým Güler, 2024
ÝzEdebiyat'da yayýnlanan bütün yazýlar, telif haklarý yasalarýnca korunmaktadýr. Tümü yazarlarýnýn ya da telif hakký sahiplerinin izniyle sitemizde yer almaktadýr. Yazarlarýn ya da telif hakký sahiplerinin izni olmaksýzýn sitede yer alan metinlerin -kýsa alýntý ve tanýtýmlar dýþýnda- herhangi bir biçimde basýlmasý/yayýnlanmasý kesinlikle yasaktýr. Ayrýntýlý bilgi icin Yasallýk bölümüne bkz. |