Gençliðinde müzik öðrenen, felsefeyi daha iyi anlar. -Platon |
|
||||||||||
|
Desthilatdar kîjan hêz be ziman,nerîn,ol û çand a wê hêza bandor li ser civak û gelên din kiriye. Lê di jiyana mirovan de bandora xwezayê jî,tiþtekî hêjayî gotinêye û tê gotin mirovahî hinek tiþtan ji ajalan fêrbuye.Fêrbûna mirovan a ku ji ajalan,dibe kû sedî sed ne zanînek zanîstî be,lê belê wek hemu mitolojî destan û efsaneyên insanetiyê ,bingeha wê de jî rastîyek heye. Jiyan û þerê morîya ji bo vê yekê mînakek baþ e.Wek tê zanîn di nav ajalan de morî/gêrik gor ajalên din bi awayekî birêxistî tevdigerin.Di hundirê vê jiyana bipergal de her morîyek û karê wî heye,wek morîyên karker, morîyên parastinê yan ên êriþkar û hwd. Lê di vê mijarê de tiþtê herî balkêþ bêguman þerê morîya ye,dema ku morî êriþî moristaneke ‘’moriyên dijmin’’ bikin û bi serkevin;liva wanî ya pêþî berêxwe didin depoyê genim û wan depona vala dikin duv re jî diçin hêkê ‘’morîyên dijmin’’ lê a balkêþ tu xisarê nadin wan hêkana û dikþînin moristana xwe her wiha wek hêkên xwe li wan xwedî derdikevin. Di asta dawî de ew hêk dibin morî û xwe ji morîyên din(ê ku wan revandiyi) cuda nabînin herwekî ew ji di nava jiyana moristanê dibin xwedî kar û bar, heman demî morîyên din jî wek ‘’xwediyên’’ xwe dibînin ango asîmilasyon digêje armanca xwe. Dewletên dagirker,li ser xaka dagir kiriye her dem wek pergala þerên morîya tevgerîya ye. Dagirkerên Kurdistanê jî bi salane ji av û ax,ji petrol û çavkaniyên erdnigarîya kurdistanê sûd digre û ji bo kurd ser vê yekê nexeyidin ,xwe wek milet û xwedî welat(kurdistan) nebînin li ser kurda beþa asîmilasyonê bi kar tînin.Di wî warîde dewleta Tirk bi awayekî profesyonel tevdigere û bi rastî wan kirinên xwejî hewceyî veþartinê nabînin.Di pergala perwerdehiya Tirkiyê de armanca yekem asîmilasyon e.Pir zelal û pir eþkere dibejin divê zarokên kurd bi taybetî jî zarokên keç di dibistanên tirkîde bixwînin.Li ba wan wateya xwendina zarokên keç mijarek pir giring e. Bê navber ji bo xwendina zarokên keç kampanya çêdikin.Dibejin; Divê zarokên keç ên kurd bi tirkî zanibin çimkî ew keçana rojek were wê bibin diya zaroka û her kes jî dizani di rastiya civakê de bandora dayikê li ser zaroka gor bav hîn zedetire, eger dayik xwe ji kîjan miletî bihesibîne û bi kîjan zimanî bi axive bêguman wê zarokên wê jî bi wî zimanî bipeyive û wê asîmilasyon bigêje armanca xwe. Belê hemu dagirkerên Kurdistanê ji bo berjewendîyên xwe wiha qirêj,wiha hov difikirin bêguman ew fikir û pekanîna biþavtinê, ew qîrkirina çandî dijî mirovahîyê ye. Xwendin ne tiþtekî þaþ e yan jî dibistan ne tiþtekî þaþ e lê asîmilasyona mirovan þaþbûnek pir mezin e. Perwerdehîya zimanê dayikê mafek xwezayî ye,divê bi lez dibistanên xwerû bi kurdî bêne vekirin.Lê divê kurd jî hez ji zimanê xwe bike,hez ji çanda xwe bike û zanibe ku zarokên kurd pêþeroja gelê kurd e,lewma pêwist e civaka kurd xwedî li zarokên xwe derkevî, ew erkeke neteweyî û dîrokîye her wiha rêya azadbûna kurdistan hezkirina çand û zimanê kurdî re derbas dibe.
ÝzEdebiyat yazarý olarak seçeceðiniz yazýlarý kendi kiþisel kütüphanenizde sergileyebilirsiniz. Kendi kütüphanenizi oluþturmak için burayý týklayýn.
|
|
| Þiir | Öykü | Roman | Deneme | Eleþtiri | Ýnceleme | Bilimsel | Yazarlar | Babýali Kütüphanesi | Yazar Kütüphaneleri | Yaratýcý Yazarlýk | Katýlým | Ýletiþim | Yasallýk | Saklýlýk & Gizlilik | Yayýn Ýlkeleri | ÝzEdebiyat? | SSS | Künye | Üye Giriþi | |
Book Cover Zone
Premade Book Covers
ÝzEdebiyat bir Ýzlenim Yapým sitesidir. © Ýzlenim
Yapým, 2024 | © Pirtûkgeh Kitaplýk, 2024
ÝzEdebiyat'da yayýnlanan bütün yazýlar, telif haklarý yasalarýnca korunmaktadýr. Tümü yazarlarýnýn ya da telif hakký sahiplerinin izniyle sitemizde yer almaktadýr. Yazarlarýn ya da telif hakký sahiplerinin izni olmaksýzýn sitede yer alan metinlerin -kýsa alýntý ve tanýtýmlar dýþýnda- herhangi bir biçimde basýlmasý/yayýnlanmasý kesinlikle yasaktýr. Ayrýntýlý bilgi icin Yasallýk bölümüne bkz. |