..E-posta: Şifre:
İzEdebiyat'a Üye Ol
Sıkça Sorulanlar
Şifrenizi mi unuttunuz?..
Ben bir kuşum; uçtum yuvadan... Artık ben nerede, eve dönme isteği nerede?.. -Leyla ve Mecnun, Fuzuli
şiir
öykü
roman
deneme
eleştiri
inceleme
bilimsel
yazarlar
Anasayfa
Son Eklenenler
Forumlar
Üyelik
Yazar Katılımı
Yazar Kütüphaneleri



Şu Anda Ne Yazıyorsunuz?
İnternet ve Yazarlık
Yazarlık Kaynakları
Yazma Süreci
İlk Roman
Kitap Yayınlatmak
Yeni Bir Dünya Düşlemek
Niçin Yazıyorum?
Yazarlar Hakkında Her Şey
Ben Bir Yazarım!
Şu An Ne Okuyorsunuz?
Tüm başlıklar  


 


 

 




Arama Motoru

İzEdebiyat > Eleştiri > Politik Olaylar ve Görüşler > M.Nazım Güler




21 Aralık 2013
Pêwîst E Her Kurdek Welatparêz Be  
M.Nazım Güler
Ma hêzek, yan partîyek, bi şîara "yek parti, yek serok, yek nerîn" a xwe, li ser netewekî û hemî partî û hêz û rêxistinên wî gelî de ferz bike, qey pir rewa ye û yan jî, ew çawa demoqratîk dibe?


:AGAC:
PÊWÎST E HER KURDEK WELATPARÊZ BE

Pêwîst e her Kurdek, berî her tiştî welatparêz be û duvre heskirina partî û hêzên xwe berbiçav bike. Berîya her tiştî ger em Kurd, ji hevdû re, ne dixs bin û ne jî çavnebar bin. Ger bi her serkeftîyên hev, em serbilind û kêfxweş bin. Evaya rastîyek herî girîng e; ku em yekitîya xwe pêk neynin, kes guh nadin me û tu daxwazîyên me û hêz û rêxistinên me jî cidî nagrin.

Bi rastî, yekitîya Kurdan jî, pir hêsan e; ko dev ji nebxa xweyî kesayetî berdin û hew li ser çend tiştên bingehîn de, ew li hevkirî bin bes e. Wek yekitîya sitatuya Welat, yekitîya Al û yekitîya Sirûda Netewî de, bi sitratejîyek yekalî biryar dayî bin û di her nerînên xweyî polîtîk de jî, bi baverîyek netewî analizên xwe bikin û demoqrasîyê ji bo herkesi mafekî ferz qebûl bikin, tu problem û tu kêşe di nav wan de dernakeve.

Her partîyek dibe hilweşe û her serokê wan jî dibe bimre û her fikir dibe bête guheradin; lê Welat û Al û Sirûda Netewî, wê hetaûheta û her dem bende xelaskarê xwe bin û di dilê wan de bijî. Heta yek Kurd li ser rûyê vê xakê bijî, doz û xwewna dewletbûyîna Kurdistanê, wê dilê wan de her zindî be. Bila dijî vê xwewn û xeyalên me, tu kes û tu hêz, tu hesaban nekin û nekevin nav tu lîstikên bi kirêj.

Di Kurdîstana Rojava de jî, di nava Kurdan de tevlîhevî yek heye û sedema wê jî ne welatparêzî ye, lê xweparêzî ye. Me re, tevgerê her partîyan binere û peyv û ramanên perpirsiyarên wan, di vidyoyên di internetê de zîz dibin, bi mejîkî xweser me re li wan mêze bike û bi aqîlane baş rexne bike; me rê, rewş û rolên wan xweş bibîne, ka, kî û kîjan partî li ser çi rêçê de ye; yan jî kî û kîjan ji wan bi rejîmê ve hê girêdayî ye û kîjan ji wan bi netewî tevdigere yan jî, hew berjewendîyên xwe û partîya xwe tene diparêze wê baş zelal bibe. Kî çi rexnê li ên himber xwe dikin; em binerin ka ew rexne, ji wanê din hê pirtir ew heq dikin, yan na.

Pêwîste ji her çar perçeyên welêt, her partî û hêzên Kurd, bi hevalbendî û bi her cûre alîkarîyan de mudaxilî pêşeroja Kurdîstan a Rojava bibin û kes ji kesî re astengîyan dernexin. Her perçeyekî welat, ji her Kurdekî welatparêz re, dê bibe weke qada netewî û tekoşîna azadîya netew. Ku her Kurdek, ked û desteka xwe bide ew perçeyî, ji bo bi hêsantir rizgar bikin. Di nav her netewî de, pêwîst e, ji her rengî û her bawerîyan de rêxistin hebin û ên nêzîkî hev jî bikaribe tîfaqan û yekîtîyan bi hevdûre çêbikin. Di nav netewekî de, bi yek partî û bi yek aydîlojîyayê, tu demoqrasî pêk nay; lê dibe, hew dîktatorîyekê bi xwe re bîn e. Ma ji xwe, gazind û berxwedana gelan jî, ne li himber dîktatorîyan derketin e? Ji bo dîktatorîya birûxîne û demoqrasî û azadîya gelan werîne şûnê.

Ko Tirkî ji dîktatorîya Kemalîst, ev 90 sal e kêşeyek çawa bi xedarî dikşîne û em jî, herî mexdûrê wê nin. Pêwîst e, em jî, ji wê tecrûbeya wanî xeternak û dîrok reş, dersê derxînin û ji bo demoqrasîyek rasteqîn re, em pir deng û pir rengî bin. Em jî, îdin aydolojîya yek serok û yek partîtîyê deynin hêlekê û em demoqrasîyek rasteqîn û hemdem bipejirînin.

Xwanê ye hinek dewlet û hêzên tarî, naxwazin Kurd bigihên hev û yekitîya xwe bi hêsanî ava bikin. Ji bo dijîtî di nava Kurdan de derkeve û Kurd hîç li hev nekin; devletên dagîrgerên herêmê û dewletên mezin ku berjewendîyên wan di Rojhilata Navin de heye, çi fesadî û tevlihevî ji destên wan bê, dikin û wê her bikin jî.

Ew lihevhatina li Hewlêr çêbûye bila kes wê binpê nekin. Bila tu hêz û partî Desteya Bilind ji xwe re neke sîwan û li ser navê xwê tene her biryarê bi sere xwe nedin û partîyên din tunne nebîn in. Li pê hesabên biçûk nekevin; ew mantiqê, “bila biçûk be û bila giştik ya min be” mantiqekî vala ye û pûç e. Divê Kurd hevdû nasbikin û rêzê ji hevdû re bigrin. Pêvajo, ji Kurdan re yekitî û hevgirtinkê dibêje. Hevgirtin û yekbûna Kurdan çi qas girîng be, ewqas jî pîroz e.

Ma, a herî girîng berjewendîya şexs û partîya me re ye; yan jî berjewendîya welêt û gelên me re ye? Qey fedakarî ewqas pir zor û zehmet e? Ji bo çi, em xwe û partîya xwe li ser welat û gelên xwe ferz dikin? Ferz, welat e, ne partî ye! Ferz, netewe û gel e, ne şexs in! Lazim e, em van tiştan ji hev derxîn in. Em aqil û mejîyên xwe tevlîhev nekin. Em kûr û dûr û berfireh bihizirin û biponijin; ku, ka rastîya me çi ye û ka şaşitîya me, di kude de ye?

Ji bo nav û statuya Kurdîstan, ji bo Ala Rengîn û ji bo Sîrûda Netewî, yanî, ji bo hestên netewî bibe bingeha nerînên her Kurdekî û ji bo berxwedanek wateyî re, pêwîste ewil ji nav PKKyîyan rewşek bi hêz derkeve holê. Çimkî ew di vî perçeyî de hêza herî sereke ye. Guherîna demoqratîq û ya herî bingehîn, dê ji wan hêvî bibe. Emê binerin ka Apocî xwedî çi irade nin; yan jî ka çi qeysî welatê xwe di parêz in û ji bo demoqrasîyek rewa, ka çi qeys demoqrat in, bila diyar bibe.

Di rojê de, pirsgirêka Kurdan çi ye? Pirsgirêka Kurdan, a herî mezin ji rexna re derî girtîbûn e û ji xwe rexnekirinê re tunnebûn e. Hema, ko rewşenbîrek, ji bo rexnekirinekê devê xwe vebike, hew dimîne, hêlên ku rexne li wan dibin, tê ku ew rewşenbîrî bişuhurîn e û bihetikîn e. Ango ji bo qet rexne li wan çênebin.

Ma hêzek, yan partîyek, bi şîara "yek parti, yek serok, yek nerîn" a xwe, li ser netewekî û hemî partî û hêz û rêxistinên wî gelî de ferz bike, qey pir rewa ye û yan jî, ew çawa demoqratîk dibe?

Rexne kî dike bila bike; a herî girîng, ne xwedanê rexneyê ye, rastîya rexnê ye. Ko me re, ji rexna re girtî be, îjar ji bo em ji rexnê û rastîya wê birevin, emê xwedanê rexnê bilewitîn in û bişihurîn in. Lê bi vê babetê rexne pûç na be û rastî jî holê wenda na be.

Ka rexne çi ye û ji bo çî ye? Rexne ew e, ko kêmanîya dostên me he be, bi rêya rexneyên xwe, em wan rast bikin û wan temam bikin. Di ser rexnan de, em bes hevdû biêşînin û enerjîya hevdû bi berhewa de tunne nekin. Pêwîst e, em ewil hevdû nas bikin û duvre, di kêmasîyên xwe de em hevdû şîyar bikin û di rexnê xwe de em hevdû temam bikin. Ji bo tekoşîna ji ber egoyî û kesayetîya xweparêzî, li qada hevaltî û cemawerîya me de cih negre û çi di warê vê babetê de hewlên ko çêbibe jî, bila vala derkevin.

Pêwîst e her Kurdek welatparêz be û ji bo yekbûn û hevgirtinek rasteqîn hewl bidin û bi hevre têbikoşin. Ji bo li himber neyara em biserkevin.

Hun her serkeftî, şad û bextewer bin.

M.Nazım Güler -21.12.2013
info@mnazim.com




Söyleyeceklerim var!

Bu yazıda yazanlara katılıyor musunuz? Eklemek istediğiniz bir şey var mı? Katılmadığınız, beğenmediğiniz ya da düzeltilmesi gerekiyor diye düşündüğünüz bilgiler mi içeriyor?

Yazıları yorumlayabilmek için üye olmalısınız. Neden mi? İnanıyoruz ki, yüreklerini ve düşüncelerini çekinmeden okurlarına açan yazarlarımız, yazıları hakkında fikir yürütenlerle istediklerinde diyaloğa geçebilmeliler.

Daha önceden kayıt olduysanız, burayı tıklayın.


 


İzEdebiyat yazarı olarak seçeceğiniz yazıları kendi kişisel kütüphanenizde sergileyebilirsiniz. Kendi kütüphanenizi oluşturmak için burayı tıklayın.

Yazarın politik olaylar ve görüşler kümesinde bulunan diğer yazıları...
Bu Ülkede Barışı İsteyen Var Mıdır?
Hatip Dicle Olayı, Açılıma ve Çözüme Çomak Sokmak Mıdır?
Demokratik - Kürt Açılımı Nereye Kadar?
Kocaman Bir Asır Heba Edildi; Neden veya Kimler İçin?
Kürtleri Temsil Sorunu ve Çözüm Sürecine Dair
Bilge Köyü Vahşetinin Gerçek Sorumluları Kimlerdir?
Seçimin Sonucu, Halklar Arası Barış ve Diyaloğu Dayatıyor
Bölgemizdeki Elektrik Sorunu, Neden Kesin Bir Çözüme Kavuşamıyor?
Yerel Seçim Dersi, Rojava ve Bdp’ Nin Sonu - 2
4+4+4, Bir Gündem Saptırma Mıdır?

Yazarın eleştiri ana kümesinde bulunan diğer yazıları...
Sadece Yazmak, Yazarlık Mıdır?
Tahammülsüzlük, Gelecek Korkusundandır!
Kendi İrademiz Varsa Özgür Olabiliriz.
Seçim Sürecinde "Demokratik" Yalanlar Yarışı Başlayacaktır!..
Yeni Anayasa, Son Anayasamız Olmayacaktır.
Tarihsel Aşklar ve Sevgi Üzerine
Kürt Sorunu ve Yerel Seçimler
Van Depremi, Sosyal Yaralarımızı Sarabilecek Mi?
Erdoğan: "Ben Kabile Reisi Değilim"
Ev Bir Okuldur; Eğitim, Oradan Başlar!.

Yazarın diğer ana kümelerde yazmış olduğu yazılar...
Yüreğime Lehimliyorum Seni [Şiir]
Veda Edemem! [Şiir]
Uyan Ey Zergan Deresi! [Şiir]
Seni Arıyor Gözlerim [Şiir]
Dağlar Yüreğimi, Bu Dağlar! [Şiir]
Esirin Olmuşum [Şiir]
Tu Her Bijî Yilmaz Guney [Şiir]
Sende Buharlaşmaktayım [Şiir]
Ben, Kendim Olmak İstiyorum. [Şiir]
Zor Kabulleniriz [Şiir]


M.Nazım Güler kimdir?

www. mnazim. com ------- M. Nazim Güler Kitap okumak, Şiir yazmak, Resim yapmak özel zevklerim arasındadır. Vücudumu zinde tutacak ve koruyacak kadar spor yaparım. .

Etkilendiği Yazarlar:
Yoktur, kimsenin günahını almayayım.


yazardan son gelenler

yazarın kütüphaneleri



 

 

 




| Şiir | Öykü | Roman | Deneme | Eleştiri | İnceleme | Bilimsel | Yazarlar | Babıali Kütüphanesi | Yazar Kütüphaneleri | Yaratıcı Yazarlık

| Katılım | İletişim | Yasallık | Saklılık & Gizlilik | Yayın İlkeleri | İzEdebiyat? | SSS | Künye | Üye Girişi |

Custom & Premade Book Covers
Book Cover Zone
Premade Book Covers

İzEdebiyat bir İzlenim Yapım sitesidir. © İzlenim Yapım, 2024 | © M.Nazım Güler, 2024
İzEdebiyat'da yayınlanan bütün yazılar, telif hakları yasalarınca korunmaktadır. Tümü yazarlarının ya da telif hakkı sahiplerinin izniyle sitemizde yer almaktadır. Yazarların ya da telif hakkı sahiplerinin izni olmaksızın sitede yer alan metinlerin -kısa alıntı ve tanıtımlar dışında- herhangi bir biçimde basılması/yayınlanması kesinlikle yasaktır.
Ayrıntılı bilgi icin Yasallık bölümüne bkz.